Rêxistina mafê mirovan li Sûryê- MAF bi alîkariya Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî ya serbixwe, korsek e hînkirina zimanê Kurdî li Qamişlo lidardixe.

Rêxistina mafê mirovan li Sûryê- MAF bi alîkariya Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî ya serbixwe, korsek e hînkirina zimanê Kurdî li Qamişlo lidardixe.

K24 – Qamişlo
Korseke taybet ya zimanê Kurdî li bajarê Qamişlo bi rê ve diçe. Şagirtên korsê ku ji 2 malbatê ne û hemû xwedî bawernameyên bilind in dibêjin ku ew serbilind in ku di payiza temenê xwe de fêrî zimanê Kurdî dibin.

Difaa Mihemed, jiber ku di ciwaniya xwe de ji fêrbûna zimanê Kurdî bêpar mabû, piştî temenekî mezin ligel herdu hevjînên xwe tevlî korseke fêrbûna zimanê Kurdî dibe. Şagirtên Korsa navbûrî, bi tevahî temen mezin in û piraniya wan ji zanîngehan der çûne, niha jî dixwazin xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bikin.

Şagirtê zimanê Kurdî Difaa Mihemed ji K24ê re wiha axivî: “Berî niha dibistan tune bûn ku em fêrî zimanê Kurdî bibana. Bi vî temenê mezin ne şerm e ku em xwe fêrî zimanê dayikê bikin, loma min herdu hevjînên xwe jî anîne korsê, daku em fêrî zimanê xwe bibin.”

Şagirta zimanê Kurdî Hemrîn Mihemed jî dibêje: “Bi rastî ez pir kêfxweş im bi vê korsê, di roja pêşî de ji kêfan re ez giriyam. Ez bi xwe mamoste me û ji heyama 16 salan ve ez bi zimanê Erebî waneyan didim. Ji min re xewn bû ku rojekê li dibistanan bi Kurdî waneyan bidim.”

Ev kors ji aliyê rêxistina MAF ya mafên mirovan ve û bi alîkariya Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî ya serbixwe hatiye amadekirin. Li gorî mamosteyê korsê dibêje ew ti zehmetiyan bi van şagirtan re nabîne, çimkî hemû xwedî bawernameyên bilind in û piştî asta yekem bi dawî bibe, dê asta rêziman jî dest pê bike.

Mamosteyê zimanê Kurdî Îdrîs şingalî ji K24ê re wiha axivî: “Korsa me taybet e çimkî şagirtên korsê kesên temen mezin in û xwedî bawernameyên bilind in. Ez pir kêfxweş im ku ev vîn li cem welatiyên me heye ku kesên temen mezin berê xwe didine fêrbûna zimanê Kurdî.

Li Rojavayê Kurdistanê berî salên 2011an, korsên

zimanê Kurdî ji ber fişara hêzên ewlehiya Sûriyê bi tirs dihatin lidarxistin, lê ji heyama 5 salan û vir de, bi sedan navend û saziyên fêrkirina zimanê Kurdî hatine vekirin. He

rweha dibistanên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi giştî bi zimanê Kurdî bi rê ve diçin.

http://www.kurdistan24.net/ku/news/b32f9468-7f68-4966-aeb3-35a85e8b2485